Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Diyardeya îtiyadê di bajarên Kurdistan de zêde dibe

18:35 - 14 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Rûmeta bajarên Kurdistana Îranê, bi sedema hebûna diyardeyên civakî xîş bûye û kêm cihên bajaran hen ku wir xelk çav li zêdebûna diyardeya wekî îtiyadê nekin.

Karnas û Çavdêrên Civakî yên Kurdistanê, bi rengekî nigeran rewşa civaka Kurdistanê mêze dikin û dibêjin nebûna pilanên taybet û pilansaziyên dirust bo rûbirûbûna digel zirarên civakî yên wekî îtiyad di bajarên Kurdistan de ev digel astengiyên micid rûbirû kirine û hekî navendên serbixwe hewlekê bo qutkirina van arîşeyan nebînin, di pêşeroje nêzîk de, civaka Kurdistanê wê bibe qata kirîzên civakî.

Mamostayekî zanîngehê li Kurdistana Îranê, di vê derheqê de ji malpera “Kurdistanmedia”yê, re ragehandiye ku : Mixabin heya niha tu amareke hûr û dirust derheq rêje û temenê kesên ku tûşî îtiyadê di Kurdistan û Îranê de bûne ber dest nînine û dezgehên pêwendîdar jî amade nebûna amareke zelal di vê derheqê bidin, lê, di çavlêkirineke bilez li ser rewşa bajarên Kurdistanê, vê rastiyê nîşan dide ku, Kurdistan rewşa kirîzê derbaz dike.

Li gorî gotina wî mamostayê zanîngehê ku nexwastiye navê wî eşkere be, bi eşkere gotiye  temenê kesên tûş bûyê bi diyardeya îtiyadê, bo xwarê 18 saliyê daketiye û heya  derbazî nav rêzên zarok, xwendingeh, zanîngeh û hûnermendan bûye, ev cihane ku rastî vê diyardeyê bûne û bixwe bûne parek li arîşeyên civakê.

Li gorî amaran niha diyardeya îtiyadê,di Kurdistanê de berfireh bûye, û,komek xisarên micid lipey xwe tîne ku  wiha ne: Zêdebûna gendelî, dizî, xazokî, leş firoşî,nesaxiya Îdizê û … hwd.