Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Diyardeya îtiyadê di nav zarokan de jî reh vedaye

12:45 - 19 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Li Îranê, diyardeya îtiyadê di nav zarokên temen kêm de jî reh vedaye .

Pêka raporên malperên navxweyî, li Îranê zarokên  temen 5 heya 6 salî jî rastî diyardeya îtiyadê hatine, bo mînka, Milîka û Meryem  ku temenê van her yek 5 salî û 6 salîne, tûşî madeyên wekî tiryak, Mtadun û şîşe bûne, û di vê temenê kêm de bi cihê dersxwedninê rastî diyardeyên wiha hatine.

Peyva îtiyadê di nav zarokan de peyveke biyanî nine çimkû rejîma dirinde û hov ya Îranê, li destpêka şoreşê heya niha, xeyrî, berfirehkirina  diyardeyên wiha tu  kiryareke bicî derheq mafê mirovahiyê de encam nedaye.

 Rejîma Îslamî ya Îranê, bi belavkirina madeyên sirker di nav civakê de, welatiyên Îranê hemû tûşî nesaxiyên derûnî û îtiyadê kirine, da ku wiha bi rhetî desthilata nehs a xwe bi ser xelkê de bisepîne.

Li welatên Ewropa û Amerîkayê, bo rihetiya welatiyên xwe li dema jidaykbûnê heya temenê 18 saliyê hemû xerc û hewcehiyên jiyan û perwerde û hînkirinê dabîn dike, welatî tenê dibe hewl bide ji van derfetên ku dewlet pêk anîne mifahê jê verbigire, lê rejîma Îslamî ya Îranê berewajî kar dike, bo kontrolkirina welatiyên xwe madeyên sirker di nav civakê de belav dike û heya di heyama hefteya derbazbûy de, kurte vîdyoyek belav bibû ku, bi tiromibîlan  di ronahiya rojê de, barên madeyên sirker vedigusatin.

Herwisa rejîm vê kiryara han ya dijî mirovî, di herêmên Kurdistan û Beloçisatênê de,  zêdetir encam dide.

 Her di vê pêwendiyê de, deste û girûpên girêdaiy saziya Spaha Pasdarana terorîsta rejîma Îranê, bi alîkariya binke û navendên girêdaiy vê saziyê, li bajarên Kurdistana Rojhilat, bazirganiya madeyên sirker dikin.