
Kurdistanmedia: Di Îranê de, diyardeya îtyad di nav ciwanên temen 15 salî de jî, bi awayekî heyrîmayî berfireh dibe.
Li gorî raporên belavbûyî, Hemîd Seramî cêhgirê navenda berfirehkirina têkiliyên xelkê û navenda li dijî madeyên sirker daye xuyakirin ku: Navgîna temenê bikar anîna madeyên sirker di nav ciwanan de gihîştiye 15 saliyê û ev diyardeya bikar anîna madeyên sirker di nav ciwanan de metirsiyeke mezin bo civakê daye zanîn.
Herwisa navbirî bikar anîna madeyên sirker di nav ciwanan de li temenê 15 saliyê de, cirîzeke mezin a temen da zanîn, û got, bi kar anîna medeya sirker a “Gull” di nav ciwanan de, piştî “Tiryak û Hebên revengerd û Rîtalîn”, zêdetirîn made ye ku bi kar tînin.
Nebûna derfetên kar û betalî û darxistan karxaneyan, xemsarî û guhnedana berprisên rejîmê li nerazîbûnên xelkê, bilindbûna nirxan û …whd, dibe sedema serîhildana diyardeyên wekî îtyad, xwekûjî û dizî yê di nav civakê de.
Diyardeyên wiha di demekê de li nav civakê de serîradikin ku, Berpirsên rejîma Îranê, hemû saman û serweta welat xercê girûpên terorîstî yên wekî Hizbulaha Lubnan, Husiyên Yemen û Heşda Şei`bî a Îraqê û girûpên tundrew yên din li deverê de dike.