Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Diyardeye xwekujî li Rojhilatê Kurdistanê amareke tirajîk heye

17:01 - 23 Îlon 2021

Pêka Amara ku ji aliyê zanîngeha “Tebatebayî” ve hatiye belavkirinê, amara xwekujiyê li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ji parêzgehên din ên Îranê gelek zêdetir e.

Pêka wê amarê, li du parêzgehên “Kirmaşan û Îlam”ê ji her 100 hezar kesî zêdetir ji 10 kesan xwe kuştiye.

Herwisa li Parêzgeha Luristanê ji her 100 hezar kesî zêdetir ji 10 welatiyan xwe kuştiye.

Di parêzgeha Sinê ji her 100 heraz kesî 7 heta 10 kesan û li parêzgeha Urmiyê kêmtir ji 4 kesan xwe kuştiye.

Diyardeya xwekujiyê li çaend salên derbasbûyî de, pêsîra xelkê Îranê bi taybet xelkê Rojhilatê Kurdistanê girtiye û ti navendeke rejîmê jî li hember wê diyardeyê, xwe bi berpirsyar nizane.

Nebûna sîstemeke bi wec û pirsgirêkên civakî û aborî, bi tayebt bêkarî, ji sedemên bingehîn ên xwekujî di civaka Îranê de ne.

Xwekujî di Îranê de zêdetir li navbera nûgihan û ciwanan de ye û zêdetir vedigere li ser bêkariyê.