Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Diyarîkirina navê salê bi dirûşmên şewqdar bona xapandina bîrûraya giştî ji aliyê rêberê Komara îslamî ya Îranê ve, di çend salên derbazbûyî de hertim...

20:24 - 8 Nîsan 2014

H: Arif Vêlzî
ducarî dibe. “Aborî û çand tevî îradeya netewî û birêveberiya cîhadî” dirûşma îsal ya vê rejîmê ye. Bona bas û nîqaş û şiroveya zêdetir ya vê mijarê, me gotûbêjek tevî birêz Kerîm Perwîzî endamê Deftera Siyasî a PDKÎ pêk anî, ku deqa vê gotûbêjê bi vî awayî ye:

Pirsyar: Gelo bi baweriya we niha ku sala Hemaseya Siyasî û Aborî bi dawî hatiye, çi pêngavek maye ku rejîma Komara Îslamî di warê aborî de bavêje û dirûşma han çi xizmetekê bi rewşa niha ya aboriya Îranê dike?

Bersiv: Mijar û pirsek girîng di warê nasîn û nasandina rejîma Komara Îslamî, lêhûrbûn ji dirûşmên wê ye, rejîma Komara Îslamî li ser esasa têza bîrokeya Wîlayeta Feqîh berdewam û di hemû waran de dirûşm û bangewazên ecêb hilgirtine û di naveroka xwe de bi tewawî berevajî wan dirûşm û soz û peymanan kar û riftar kiriye.

Di serdema despêka deshilat bidestvegirtinê heta piştre ku şer tevî rejîma Îraqê kir û heya qonaxên paştir û heya niha jî, heya Komara Îslamî dirûşmên şewqdar û mezintir û zehmettir hilgirtibe, di rastî de nîşanderê nebûna şiyan û lewaziya navxweyî a rejîmê bûye. Bi watek din her demekî ku digel arîşe û astengên mezin berbirû bûye, û di kirîzê de dest û pê kutaye, dirûşmên mezintir bilind kiriye.

Di serdema şerê tevî rejîma Îraqê, çaxê ku di eniyên şer de tevî şikistê berbirû dibû û hêzek zaf a mirovî bi xisarî dida, di diruşmên xwe de û bi taybet di nimêjên rojên Înê de, gotarbêjên ser bi rejîmê, bas ji nêzîkbûna bi serkevtinê û herweha şer heya azadkirina Qudsê kiriye.

Ya 2,3 sal berî niha dema ku hisarên navnetewî dijî Komara Îslamî tundtur bûn, hindek ji berpirsyarên rejîmê ragehandin ku dibe em weke dema hisarên ser “Şe’bî Ebî Talib” riftarê bikin.

Îşare bi wan salan dihate kirin ku di despêka dîroka Îslamê de, Misilmanên Mekê di dolekê de bi navê “Şe’bî Ebî Talib” ketin nav hisarên aborî de û heyama çend salan bi hejarî û xwazokî jiyana xwe derbaz dikirin. Lê Xamineyî Rêberê Komara îslamî bi nerihetî ve bas ji vê yekê kir ku ne tenê li rewşa lewaz û hisarê de ninin, belkî di rewşa Bedr û Xêyberê de ne ku serkevtinên mezin di despêka Îalamê de tomar kirine. Lê hemû 2 sal bi ser de derbaz nebûn ku li hember Şeytanê mezin de bi çok de hat û stûyê xwe tevand û eşkere bû ku diruşmên Weliyê Feqîh heya çend rastin.

Sala 2013(1392)’an ji aliyê xamineyî ve weke sala Hemaseya Siyasî û Aborî hate binavkirin, lê hemaseya wê di warê siyasî de ew bû ku mohreyek ewlehî ya xwe bike serkomar da ku tevî Şeytanê mezin lihevhatinekê bidest bixe û hemaseya aborî jî ev bû ku bi lihevhatinekê tevî Rojavayê, bikare 6 Milyard dolar ji pereyên netewî ku pêştir hatibûn biloke kirin azad bike.

Weke din tewahiya dirûşm û soz û peymanên ku di serdema sinaryoya hilbijartinê de dabûn, bi direv derçûn û niha hemû bas ji dewrana dijwar ya aborî dikin û şarezayên aborî jî li ser vê baweriyê ne ku sala 2014(1393)’an, salake pir ji zehmetî û pir ji hejarî û pir ji kirîz dibe bo îranê.

Encama tewahiya siyasetê aborî û çewaşekarî û birêveberiyên rejîmê di warê aborî de, kirîza aborî. Ew qasê bêkarîiyê, hejariya berbilav, daxistina kargehan, nebûna dirav bona birêvebirina armancdarkirina yaraneyan û ...hwd bûye.

Rohanî bi eşkere bas ji wêranbûna rewşa aboriya welat dike. Lewra ev diruşm û navdêrkirin ji aliyê Weliyê Feqîh ve tenê ew qasê kirîz û neçarbûna rêberên rejîmê di warê çareserkirina alozî û arîşeyan nîşan dide.

Pirsyar: Bi liberçavgirtina gendeliya berbilav a di navbera deshilatdarên Komara Îslamî û dam û dezgehên rejîmê de, têgeha “Mudîriyeta Cehadî” dikare çi cih û wateyek hebe?

Bersiv: Eva ku Weliyê Feqîh bas ji Mudîriyeta Cehadî dike, berî her tiştî nîşaneya vê yekê ye ku Weliyê Feqîh rewşa han bi rewşek cîhadî dizane. Rewşa cîhadî di warê aborî de, nîşana ew qasê kirîz û alozî û gefa li ser rejîmê ye û di vê biyavê de rejîm şerê man û nemanê dike. Rewşa cîhadî ev rewşe ku êrîşek berfireh û malvêranker li ser pergalê be û di bereberê vê de be ku pergala rejîmê bi hevre girê bide û biherifîne û rêberê rejîmê fermana cîhadê bona rizgarkirina pergalê daye da ku di demên dawî ên mirin û jinavçûna rejîmê de, bi mudîriyeta cîhadî bigehin hevara rejîmê û biparêzin.

Lê gelo rêberiya rejîmê ev rewayî û meşrû’îyet maye ku biryara cîhadê bide? Gelo berpirsyarên rejîmê kesên dilsoz û cangorî ne ku bigehin hevara sîstemê? Gelo îmkan û derfeta vê yekê hene ku pergala xwe rizgar bikin?

Bersiva tewahiya van pirsyaran wî çaxî eşkere dibe ku avriyekê ji sala derbazbûyî bidin û wan nûçeyan bînin bîra xwe ku gendelî û diziya sedan û hezaran milyardî a berpirsyarên rejîmê eşkere bûn û kesên herî nêzîk ji Xamineyî jî dest têde hebûn û rêberê rejîmê biryar da ku zêde bas jê nehê kirin.

Lê her rojê gendeliyek nû ji wan eşkere dibû, heya kar gehişt vê yekê ku nûçegehaniya Roytêrzê bas ji samana 100 milyard dolarî ya xamineyî dikir. Di pergal û rewşek weha de fermana mudîriyeta cîhadî tenê weke henek tê ber çavan.

Pirsyar: Piştî derbazbûna sê dehikan bi ser şoreşa çandî de, diyarîkirina salekê bi navê çand di Komara Îslamî de çi wateyekê digehîne?

Bersiv: Di wê rojê de ku Xumeynî yê rêberê rejîma Komara Îslamî diruşma azadîxwaziya xelkê guherî û ragehand ku “Komara Îslamî” ne peyvek kêm û ne pevek zêde, heya niha rejîm bi hemû awayekê hewla kontrolkirin û herifandina çandî ya gelên Îranê, û herweha ji nûve darêtina hizr û riftarên xelkê li ser bingeha îdolojiy Wîlayeta Feqîh dide.

Di wê rojê de ku hêriş kirine ser rojname û kovar û medyayan û zanîngeh xistin bin destê xwe û şoreşa çandî ragehandin, hewil dane ku civaka Îranê bikin civakek kevî di bin destê rêberê rejîmê de.

Lê niha jî ji pîlana xwe de serkevtî nebûne û her sal û bi her hêcetekê, basa çand û berxwedana çandî û jinûve darêtina çandî û mijarên han dikin û hêj jî têde mane. Bitaybet ji vê yekê nîgeranin ku êdî xelik guh nede axivtinên berpirsyarên rejîmê û rêyên din bide pêşiya xwe.

Tevî soz û peymanê Rohanî, hindek ji xelkê li ser vê baweriyê bûn ku bi aliyê kêm ve di warê çandî de wê pencereyej ji wan re vebe, lê berî heyvekê Xamineyî oltîmatom da û wezîrê çanda Rohanî jî bersiva erênî jêre da û li vê diruşm û navdêrkirina sala 2014(1393)’an de, cardin îşare bi çand weke aliyek bingehîn û girîng tê kirin ku di wê de jî, bi dîtingehek cîhadî ve diçin pêş û kes nabe tûrikê bo vê yekê bidûre ku pencereyek biçûk a çandî bo bê vekirin.

Pirsyar: Diruşma îsal ya Xamineyî, tevî siyaseta dereve û di peywendî tevî siyaseta “Nermişa Qehremanane”, çi peywendiyekheye?

Bersiv: Eva ku rejîm li ser astê derve û li ser asta aborî de bi tewahî lawaz bûye û tevî kirîzên ev qas tund û dirjwar berbirû bûye ku gefa herifînê liser zêdetir kiriye, bo hemû kesekê eşkere ye ku her bi neçarî di van waran de, Xamineyî bi navê Nermişa Qehremanane de serê xwe bi xwastekên Rojava tevand û tevî Şeytanê mezin lihev hatin da ku rejîma xwe ji vê qonaxa dijwar derbaz biket.

Di diyarîkirina diruşm û navê îsal de jî, xamineyî ragehand ku di warê aborî ji wav re girîn e û rewşa cîhadî bi xwe ve girtiye, jiber ku diravên wan nemaye da ku çekan bikirin û ji Beşar Esed û Hizbullaha Lubnanê û diravê heyvane ya hêzên serkutker ên Sipah û Îtilaatê nikarin dabîn bikin û lewra bi mudîriyeta cîhadî, dixwazin samanê welat xisar bikin daku diravên pirojeyên xwe ên terorîstî û tevdanîkariyên xwe bidest bixin. Di warê çandî de, tundûtîjî û serkut û sanorê zêdetir dikin da ku ji xelkê re bêjin ku, raste wan di hember Rojava de ser tevandine, lê bersiva xelkê Îranê bi gulle û sêdarê didin.

Di diyarîkirina diruşm û navê îsal de jî, xamineyî ragehand ku warê aborî ji wav re girîn e û rewşa cîhadî bi xwe ve girtiyr, jiber ku diravên wan nemaye da ku çekan bikirin û ji Beşar Esed û Hizbullaha Lubnanê û diravê heyvane ya hêzên serkutker ên Sipah û Îtilaatê nikarin dabîn bikin û mlewra biu mudîriyeta cîhad, dixwazin samanê welat xisar bikin daku diravên pirojeyên xwe ên terorîstî û tevdanîkariyên xwe bidest bixin.

Di warê çandî de, tundûtîjî û serkut û sansorê zêdetir dikin da ku ji xelkê re bêjin ku, raste wan di hember Rojava de ser tewandine, lê bersiva xelkê Îranê bi gulle û sêdarê didin.