Bi hegera bêkarî, bê dahatî, bihatî û neyî yê, dizî û revûrûtiya di Îranê de jî zêdetir bûye.
Gorî zaniyariyên ku ji herêma Somayê a girêdayî yê bajarê Urmiyê ve geheştine dest me, çend rojekan berî niha 52 ser “pez “ di gundê Qesrika herêma Somayê, serbi bajarê Urmiyê, hatine dizînê.
Diz û cerdan şewê Şivanê ber Pez girtine û têr lêdane, û hemî Pezê wî ku 52 ser bûne, dizîne û birine.
Wan dizan şewa tarî de ku şivanekî xelkê gundê qesrikê Pezê xwe rakirbû şêvrînê, êrîş kirne ser Şivan û piştî evê ku têr lêdane û kutane, hemî Pezê wî gel xwe birine.
Devlet serê deshilata reş û paremayî ye rejîma Îslamî ve, xelkê Îranê di nava rojrejî û malvêraniyê de dijîn û êdî jiyan û bo xelkê nemaye, û hindî pêde diçe rewş xirabtir jî dibe.