Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dizî û gendeliyê ser û binê rejîma Îranê dagirtiye

12:07 - 25 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Dizî û gendelî di nava demûdezgehên rejîmê de bûye karekî asayî û îdê mediayên rejîmê jî nikarin bas jê nekin.

Asata dizî û fesada malî di nava Îdarên rejîmê de geheştiye qasekê ku, ser û binê rejîmê û hemû deshilatdar bo dizya zêdetir, kêberkê dikin.

Rejîm ne tenê naxwaze yan êdî nikare berahîka diziyê bigre, belkî rêkên din xweş dike ku, gendelî û rişwet xwarin jî bi hêceta berahîk girtina diziyê bête kirin.

Di şaredariya Meşhedê de, her wekî parên din yê îdarê rejîmê, bi milyardan pere ji aliyê berpirsan ve hatiye dizînê.

Çend roj berî niha, nûçeyek ku ji aliyê televizyona rejîmê ve hate weşandin, hemû xelkê Îranê ecêbgirtî hêlan.

Civata şaredariya Meşhedê biryarek daye ku bona eşkerekirina her diziyeke berpirsan, dê xelateke 200 milyon tûmenî bête danê.

Bê guman eva jî rêkeke dinêye bo diziya zêdetir, anku dizî bo diziyê.

Diziya serwet û samana xelkê Îranê ji aliyê deshilatdarên hûr û gir yê rejîmê ve di demekê de ye, ku bi hegera siyaseta çepel ya rejîmê û dorpêçan, rewşa jiyana xelkê gelek xirabe û xelk nikare nanê şevê peyda bike.