
Kurdistanmedia: Nirxa cuda ya Dolar di bazara azad, yan nirxa wê ya dewletî bûye sedema çêbûna kêşeyên cidî li ser riya karxanedaran.
Piştî kêmasiya di kirîna mewadên destpêkî ên berhemanînê de ji bo pîşesaziyan, serokê Komîsyona Pîşesaziya Odeya Bazerganî ya Tehranê ragehand: “Gellek ji karxaneyan hatine daxistin, jiber ku li ber hebûna kêşeya di dabînkirina erz (pere) de nikarin mewadên destpêkî ên karxaneyan bi dest bixin. Herwisa ew erzê ku dixwazin bi dest bixin, nizanin ku bi nirxa bazara azad bikirin, yan heman 4200 Tûmen nirxa dewletî”!.
Bilindbûn yan daketina nirxa erz, ku di bazarên Îranê de rû dide, bûye sedema bêserûberiya di bidestxistina mewadên destpêkî yên karxaneyan de jî. Yanî bêserûberiyeke zêde di bidestxistina mewadên destpêkî ên kelûpelên tirombêlan û teknolojiyê, berhemanîn û parvekirinê de pêk hatiye.
Golpayganî serokê Komîsyona Pîşesaziya Odeya Bazerganî ya Tehranê ragehand ku dibe dewlet vê kêşeyê çareser bike, û nirxa erz neguher (sabit) bike, û erzê yek nirxî ragehîne.
Serokê Komîsyona Pîşesaziya Odeya Bazerganî ya Tehranê herwisaragehand: “Niha sermaye û pereyek di nav bankan de nîne, ku bixwazin bidin bongahên biçûk û navgîn di bazara hêsankariyan de”.