
Serkomarê Amerîkayê “Donald Tramp” plana xwe ya ji bo aştiya Rojhilata Navîn ku weke “peymana sedsale” bi nav dike, eşkere kir û got ku Orşelîm dê wekî paytexta yekparçe ya Îsra`îlê bê qebûlkirin û bila dewleta Filîstinê were avakirin.
Donald Tiramp digel Serokwezîrê Îsra`îlê Benyamîn Netenyahû li Koşka Spî civîneke hevpar a çapemeniyê pêk anî û plana xwe ya aşitiya Rojhilata Navîn wekî “peymana sedsale” binav dikir ragihand.
Donald Tiramp ragihand ku plana aşitiyê 80 rûpel e, û plan hem ji bo aliyê Îsra`îlê û hem jî yê Filistînî dê gelekî qazancê hebe.
Trump herwiha got, ku plana aşitiyê ya Rojhilata Navîn ji bo Filistîneke serbixwe û Filistîniyan "şansê dawîn" e, û çareseriya du dewletî vê gefa Fîlîstînê li ser Îsra`îlê kêm bike.
Gorî wê plana Tiramp:
%30 Kerana Baxterî dê ber Îsra`îlê bikeve
Taxên Orşelîmê ku bendên ewlehiyê derbas bin, dê axa Filîstîn bê hisabê.
Girûpa Hemasê dibe bi tewawî bête çekkirin.
Filîstîn dibe dewletbûna Îsra`îlê bi fermî nas bike.
Heyamê 4 Salan bê diyarîkirin bona veguhastinê.
Filîstînî dikarin Qiraxavên Heyfayê bo xwe bikar bînin.
Filîstînî dikarin li ser erdê xwe yên aliyê Ordonê werzîgariyê bikin.