Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Tramp: Îran welateke ku ji nav diçe

12:30 - 7 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Serkomarê Amerîkayê got, welatê Îranê ji nav diçe lê, ez vê yekê naxwazin.

Roja Pênçşemî 6`ê Hezîrana 2019`an, serkomarê Amerîkayê “Donald Tramp”di civîneke çapemeniyê de, bi îşarekirina bi destpêka dewra serkomariya xwe got: Îranê welateke rasteqîne terorîst bû, û di karûbarên devera Rojhilata Navîn de, destêverdan dikir, lê, niha kiryarên wisa encam nade, û gellek hejar bûye, wekî welateke  jinavçûy jê hatiye, herçend ku ez vê yekê naxwazim.

Serkomarê Amerîkayê zêde jî kir: Rayedarên rejîma Îranê dixwazin gotûbêjan encam bidin, û em jî herwisa, lê, ya ku, nikarin hebin çeka etomiy e.

Herwisa di heyama sala derbazbûyî de, Amerîkayê baykutên giran lidijî rejîma Îranê lidarxist û herwisa li lihevkirina navikî ya bi navê Bercamê vekişiya û saziya Spaha Pasdaran a rejîma Îranê jî xiste nav rêzbenda girûpên terorîstî yên derve.

Ji aliyekî din ve jî, baykutên lidijî hinardekirina nefta Îranê bo derve bû, û givaşên wiha bi qasî bûn ku, asta hinardekirina rojane ya nefta Îranê bo derve, ji 2.5 milyon bermîl neft di heyam sala derbazbûyî de, niha heya nîv milyon bermîlî di rojê de daketiye.

Her di vê derheqê de jî, roja Pênçşemî Serkomarê Firansayê “Emmanuel Macron”, di vê civîna çapemeniyê ya digel “Donald Tramp”, serkomarê Amerîkayê de ragihand: Bi nêrîna min Amerîka û Fransa, derheq rejîma Îranê amrancên wekhev dipêkînin, û  herwisa navbirî “destpêranegihîştina Îranê ji çeka etomî re, kêmkirina çalakiyên mûşekên balastîk yên Îran, çavdêrîkirina kiryaryên vê rejîmê di deverê de, û aştî di deverê de, wekî armancên hevpar ên di navbera  Amerîka û Firansayê de îşare pê kir.