Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Tramp rewşa awarte ya li dijî rejîma Îranê dem dirêj kir

12:07 - 13 Adar 2019

Kurdistanmedia: Serkomarê Amerîkayî rewşa awarte ya li dijî rejîma Îranê, bo heya saleke din berdewam kir.

Roja Sêşemî 21`ê Reşemeh(12`ê Adar)ê, Koşka Spî di daxuyaniyekê de ragehand ku:  “Donald Tramp” serkomarê wî welatî,  rewşa awarte ya li dijî rejîma Îranê, bo heyama saleke din berdewam kir, û di vê daxuyaniyê de hatiye ku, kiryar û siyasetên rejîma Îranê, heya niha jî  gefin, lidjî ewlehiya neteweyî û siyasetên derve û aboriya Amerîkayî.

 Herwisa Koşka Spî di vê daxuyaniyê de ragehand ku, serkomarê wî welatî, rewşa awarte ya lidijî rejîma Îranê ku, li 24`ê Reşemehê bidawî dibe, heya sala 2020`an berdewamkir.

Rayedarên Amerîkayî destûra rewşa awarte ya neteweyî, li dijî wan girûp û welatan radigehîne, ku  wekî gefekê li er ewlehiya neteweyî ya Amerîkayî tên hesabkirin.

Ev destûra li serdemê serkomariya “Bill Clinton” li sala 1995`an, li dijî rejîma Îranê hatiye pesendkirin, û serkomaran li vê serdemê şûnda, bi awayekî berdewam ev rewşa berdewam kirine.

Donald Tramp serkomarê Amerîkayî li Cozerdan (Gullan)a sala borî, li lihevkirina navikî a digel Îranê vekişiya , û ragehand ku, dorpêçên Navikî yên li dijî Îranê di du dewrên 90 rojî heya 180 rojî  dê bên lidarxistin.

Herwisa Amerîka wiha dibêje: Rejîma Îranê bi bernameyên mûşekî û piştevanîkirin li girûpên çekdar û terorîstî, dibe sebeba nearamî û aloziyî di deverê de.