
Kurdistanmedia: “Donald Trump” serkomarê Amerîkayê ragehand ku: Armanca Îranê, têkdana Demokrasiya di Îraqê de ye.
Serkomarê Amerîkayê di daxuyaniya xwe de, wiha nivîsiye ku, “Îran dixwaze bi alozkirina ewlehiya Demokrasiya Îraqê, û piştevanîkirina ji girûpa terorîstî a Hizbulah, û Beşar Esed” ku li gorî gotina wî miliyonan kes ji hevwelatiyên xwe kuştine bihêz dike, û herwisa rejîma Îran siloganên wekî “mirin bo Amerîka û mirin bo Îsra`îlê diqîrin, û herwisa rejîma Îran mezintirîn piştevanê terorîzmê di cîhanê de, û hevwelatiyên Amerîka û xelkê bê tawan yê di Rojhilata Navîn de kuştine, û Erebistan jî bi keyfxweşiye amade ye dev ji Yemenê berde, hekî rejîma Îranê dev ji Yemên berde.
Ji aliyekî din ve,”Mik Pompeo” Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê daye xuyakirin ku, Xamineyî rêberê komara Îslamî , dibe biryar bide ku, xerckirina perê xelkê Îranê bo xelkê Îranê bixwe muhmtire, yan jî bo çêkirina riyên nû yên bo dabînkirina para malî ya “Beşar Esed”, Hizbulah, Hemas û girûpên din yên terorîst”.
Îdareya kontrolkirinê ya daraiyên derve, a Wezareta Karê Derve yê Amerîkayî ragehandiye ku, rejîma “Esed” riya veguhastina miliyonan Dolar pere bo hêza Spaha “Qods” a komara Îslamî dabîn dike, û di dawiyî de jî, ev pereya digihîjine destê girûpên wekî “Hemas û Hizbulaha Lubnanê.
Herwisa Serkomarê Amerîkayê dibêje ku, rejîma Îranê, bi berdewamkirina bernameyên mûşekî yên xwe, û çalakiyên alozkirina ewlehî yên xwe di deverê de, bi wî rengî lihevkirina navikî ya sala 1394`an, binpêkiriye.