Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Donald Trump” bi weşanaTwittekê nirxa nefta Birêntê (Brent Oil) bi qasî 10 dolaran bilind bû

13:28 - 3 Nîsan 2020

Roja Pêncşemî 14`ê Xakelêwe, Serkomarê Amerîka, “Donald Trump”, piştî hevpeyvîna telefonî digel Cihgirê Şahê Erebistanê, “Mihemed Bin Selman”, biryar dan ku bi qasî 15 milyon bermîl, berhemanîna neftê kêm bikin û bi belavbûna wê biryarê, nirxa nefta Birênt (Brent Oil) bi qasî 10 dolaran bilind bû.

Serkomarê Amerîka, “Donald Trump”, bi nivîsîna encama hevpeyvîna telefonî digel Cihgirê Şahê Erebistanê li ser rûpela xwe a Twîtterê, şokek bi bazara cîhanî a neftê da û di cih de nirxa nefta Birênt (Brent Oil) ji 30 dolar derbas bû.

Piştî wê yekê, Erebistan xwazirayê rûniştin digel girûpa “OPEC PLUS”ê bû. “OPEC PLUS” welatên berhemhênerên neftê yên cîhanê ne ku di saziya “OPEC” de endam nînin, lê di berhemanîn û danîna nirxa neftê de rol hene.

Herwisa welatê Çînê jî biryar da nefta xwe ya stratejîk, zêdetir enbar bike ku bandoreke erênî li ser bilindbûna nefê danê.

Rejîma Îranê ti mifaheke biwec ji bilindbûna ew qas ya neftê wernagire û ew jî encama dorpêçên aborî yên Amerîka li ser rejîma Îranê ye.