
Serkomarê Amerîkayê, “Donald Trump”, bi hêzên deryayî yên Amerîkayê di kendavê de ferman da ku, hekî gemiyên rejîma Îranê, aloziyan bo gemiyên wan biafirînin bidin ber gulleyan.
Roja Çarşemî, 22`ê Nîsanê, Serkomarê Amerîka, “Donald Trump”, li ser rûpela xwe a “twitter” nivîsî ku: “Min bi hêzên deryayî yên Amerîkayê re ferman daye, hekî belemên Îranê bo gemiyên Amerîka aloziyan çêbikin, wan bidin ber gulleyan û wan jinav bibin.
Heftiya derbasbûyî, Hêzên Deryayî yên Amerîka bas, ji manora bi “tehlûke û azarder” yên belemên Spaha Pasdaran a terorîst li nêzî gemiyên şer yên Amerîka di kendavê de kiribû.
Arteşa Amerîka kiryara belemên Spaha Pasdaran a terorist bi hander navdêr kir, û Wezîrê derve yê Amerîkayê, “Maike Pompeo”, gotibû: “Em di rewşa lêkolîn de ne ku bersiva kiryarên rejîma Îranê bidin”.
Bi gotina Navgana 5 a hêzên deryayî yên Amerîka, li roja 15`ê Aprîl (27`ê Xakelêwe), 11 belemên hêza deryayî yên Spaha Pasdaran bi gemiyên şer yên (USS Lewis B. Puller), gemiya şer a (USS Paul Hamilton) û çend gemiyên din yên şer yên Amerîka, nêzîk bibûn û bi reftareke metirsîdar bi lezgîniyeke zêde ji nêzî wan navên Amerîkayê re derbasbibûn û gef xwaribûn.
Serkomarê Amrîka, bi wê fermanê, destê hêzên deryayî yên Amerîka bo lêdan û jinavbirana hêzên rejîmê Îranê di dema hewce de vekirî hêştiye.