Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

"Donald Trump" gefa jinavbirina Îranê xwar

11:17 - 26 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Serkomarê Amerîkayê daye zanîn ku, hekî rejîma Îran, dest biavêje her êrîşeke terorîstî, emê êrîşên tûnd li dijî wan encam bidin.

Li gorî nûçeyê belacbûyî, roja Sêşemî 25`ê Hezîran 2019`an, serkomarê Amerîkayê "Donald Trump" li ser rûpela xwe ya twitrrê nivîsî, "Di daxûyaniyekî dûr li eqiliyet û tohmetbar, ku rejîma Îran weşandiye" vê yekê dide xûyakirin ku ew rastiyan fam nakin, û her êrîşek ji aliyê Îranê ve bo ser her tiştek ku girêdayî bi Amerîkayê ve bê encamdan, emê bersiveke tûnd ji wan re bidin, ewe dewra “Obama” û “John Kerry” nîne ew dewra wan bi dawî hatiye.

Herwisa serkomarê Amerîkayê "Donald Trump" bi weşana twitrreke din daye zanîn ku, "xelkên Îranê xelkekî baş û hezkirîne û ew xelke bêhêncet azaran dibîn in", rêberên wan hemû pareyên wan xercê kiryarên terorîstî dikin û tenê pereke kêm xercê hevcehiyên din dikin.

Herwisa navbirî daye zanîn ku, Amerîkayê hêşta jî, jibîr nekiriye ku, 2 hezar hêzên Amerîkayê bi bombeyên Îranê hatine kuştin.

Her di vê pêwendiyê de, roja Duşemî 24`ê Hezîrana 2019`an, Serkomarê Amerîkayê “Donald Trump” destûrek nû di koşika spî de wajo kir ku li gorî wî destûrê, darayiyên Xamineyî rêberê rejîma Îranê û ofîsa wî û 8 berpirsên Spaha Pasdarana terorîst a rejîma Îranê xistiye di nav rêzbendên baykotên xwe de.

Berpirs û karbidestên rejîma Îranê jî, di çend daxûyaniyan de li dijî Amerîkayê bertek nîşan dan.