Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donlad Tramp hişdarî da rejîma Îranê

16:59 - 13 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Serkomarê Amerîkayê, “Donald Tramp”, di rûpela xwe a Twitter de, li ser kuştina xwenîşandran, hişdarî da karbidestên rejîma Îranê.

Tramp, şeva Yekşemî, 22`ê Befranbarê, li ser rûpela xwe a Twitterî li ser serkutkirina xwenîşanderan, ji aliyê dezgehên serkutker ên rejîma Îranê ve, hişdarî da berpirsên rejîma Îranê.

Serkomarê Amerîkayê, li ser rûpela xwe a Twitter nivîsî: “Şêvirmendê Asayîşa Netewî, îro îşare bi vê yekê kiriye  ku dorpêç û xwenîşanderan, givaşeke zêde bo Îranê aniye û ew neçar bi danûstandinê kiriye, ew yeke bo mer ti giring nîne ku, danûstandinê bikin an jî na, di rastiyê de ew bi giştî li stûyê wan e, lê nabe çeka Nawikî hebin û nabe xwenîşanderan jî bikujin”.

Niha canê xwenîşanderên Îranê, hêla sor a nû ya Serkomarê Amerîkayê ye û niha jî bi çend Twittên Farsî, hişdarî daye berpirsên rejîma Îranê.

Ebas Mûsewî, Berdevkê Wezareta Derve a rejîma Îranê, li ser rûpela xwe aTwitterê nivîsîye: “Amerîka ku hertimî gefan dixwe û aboriya me tehrîm dike û terorê dike, mafê vê yekê nîne ku bi zimanê Farsî Twittê bike”.