Pêka çavkaniyên agehdar li danûstandinên rejîma Îranê li bajarê Viyenê, dora 5ê ya danûstandinan piştî derbasbûna 9 rojan, li roja Çarşemî bê ti encamekê bi dawî hatiye.
Pêka nûçegihaniya “Al Arabiya”yê, danûstandin li wan 9 rojan de bi awayekî bê encam bi dawî hatiye û biryar e ku dora 6ê ya danûstandinan li heftiya bê de dest pê bike û herwisa wê çavkaniyê daye zanîn ku diyarîkirina roja danûstandinên nû bo dora 6ê rastî çalişên zêde hatiye.
Herwisa nûçegihaniya “Al Arabiya” ragihandiye ku li heftiya bê de, civîna Şêwraya Hukam a Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî dê bi rê ve here û dosyeya Îranê li ser 2 raporên nû ku ji aliyê birêveberê Ajanasa Navnetewî ya Vizeya Navkî ve hatine pêşkêşkirinê, dê gengeşe û lêkolînê bikin.
Li wê derheqê de, nûnerê rejîma Îranê li danûstandinên bajarê Viyenê “Ebas Îraqçî” gotiye: “Dora nû ya danûstandinan renge dora dawî ya wan danûstandinan be û endamên Bercamê û Amerîka dibe birayarên micid û dijwar bidin”.
Herwisa Ebas Îraqçî got: “Piştî 10 rojan ji karên micid, em gihîştine wê encamê ku hemû heyetan hewcehî bi şêwirkariyên zêdetir digel paytextên xwe hene”.