Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dorpêçên aborî yên li ser rejîma Îranê zêde dibin

12:42 - 31 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Amerîkayê di biryareke nû de, 6 kes ji berpirsên rejîma Îslamî a Îranê  avêtine nava rêzbenda dorpêçên aborî yên xwe de.

Wezareta Xezînedariyê ya Amerîkayê, roja Çarşemî 9`ê Cozerdana 1397`an, 6 berpirs û 3 kompaniyayên rejîma Îranê avêtine nav rêzbenda  dorpçên aborî yên xwe de, û her bi vî rengî jî givaşên Amerîkyê  yên li dijî rejîma Îranê zêdetir bûne.

Ev 6 berpirsên rejîma Îranê ku Amerîkayê ev avêtine nava rêzbenda dorpêçên aborî yên xwe, bi vî rengî ne: “Ebdul`elî Esgerî” serokê Navenda Deng û Reng a rejîma Îranê, “Hesen E`elal Kerem” serokê Şêvra Hevahengî a Ensar a Hizbullah, “Ebdulhusên Fîrozabadî”, “Ebdulsemed Xuremabadî” cihgêrê Dozgerê giştî  ê rejîma Îranê, “Ebdulhemîd Mohteşem” serokê giştî yê Ensar a Hizbullah, û birêveberê belavoka “Yalsarat El- Husên” û herwiha “Hemîd Sitad” berpirsê Ensar a Hizbullah a Meşhedê”.

Herwisa Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, girûpa “Hizbullah” û girûpa bernamenivîs ya “Hanîsta” jî avêtiye nav rêzbenda dorpêçên aborî yên xwe de.

Girûpa bernamenivîs a “Hanîsta” ji aliyê Amerîkayê ve bi  vê yekê hatiye tometbarkirin ku, vê girûpê bi dîzayn û berhemhînanê du “ep”ên weke “Mobogram û Mobopilas” li ser hevwelatiyên Îranê, ku wan bi kar tînin, sîxoriyê encam daye”.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, roja Sêşemî 25`ê Banemera 1397`an, “Weliyolah Sêyf” berpirsê banka Navendî a rejîma Îranê û herwiha banka Îslamî a “El-belad” ya Îraqê bi sebeba spîkirina pere di asta navdewletî de, avêtiye nava rêzbenda dorpêçên aborî de.

Wezareta Xezînedariyê ya Amerîkayê daye eşkerekirin ku: “Sêyf bi alîkariya digel hêza Spaha Quds a Pasdaran a rejîma Îranê, ji riya sistema malî  a navdewletî ve  bi qasî milyonan Dolarî di çarçoveya perê cuda de cî bi cî kiriye, da ku têçûya çalakiyên hêza “Quds” yên di derveyî welat û girûpên terorîstî weke Hizbullah dabîn bike”.