Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dorpêçên Amerîkayê, hinartina ferşên Îranê jî rawestandiye

10:57 - 19 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Piştî dorpêçên Amerîka bo ser Îranê, ferşê destçine Îranê ku yêk ji kalayên hinartekirinê bo derveyî welat bû, rawestandiye.

Ebdulah Behramî birêveberê Yekîtiya Ferşên Destçine Îranê li hevpeyvînekê da got: Di dema destpêkirina dorpêçên abûriye Amerîka bo ser Îranê, hinartekirina ferşan bo dervey welat rawestiyaye û bi taybet tenê kite ferşeke Îranî jî bo Amerîka nehatiye hinartin.

Hewce ye bejin %35 ji ferşên destçine Îranê bo Amerîka dihatne hinartin û firotin.

Piştî hinartina neftê, ferşên destçine Îranê yek ji hinarteyên berçav û girînge Îranê tê hisabê.

Salane bi buhaya nêzîkî 400 milyon Dolaran, Îranê ferşên destçin hinarteyî dervey welat dikir, tê gotin ku dahata pitir ji 6 milyon kesan di Îranê de ji rêka çêkirin û firotina ferşan ve bû.