
Kurdistanmedia: Serkomarê Amerîkayê “Donald Trump” di merasima salroja bîranîna terora “Beirut”ê de, ragehand ku xêncî dorpêçên 13`ê Xezelwerê (4`ê Çiriya Paşîn) wê ew hin dorpêçên din jî li dijî Îranê rabigehînin.
Roja Pêncişemî 3`ê Xezelwerê (25`ê Çiriya Pêşîn) Serkomarê Amerîkayê “Donald Trump” , di merasima salroja bîranîna qorbaniyên bûyera sala 1983`an ya li “Beirut”ê de çê bibû beşdarî kir û digel malbatên can goriyan civiya û got ku rejîma Îranê piştevanê serekî yê terorîzmê di cîhanê de ye, û herwisa ragehand piştî dorpêçên 13`ê Xezelwerê (4`ê Çiriya Paşîn) ew wê hin dorpêçên din jî li dijî rejîma Îslamî ya Îranê rabigehînin.
Êrîşa terorîstî ya bo ser binkeya leşkerî ya Amerîkayê ya li paytexta Lubnanê de tê gotin ku girûpa Hizbolahê encam daye, û ev girûpa çekdarî ya Şî`e meseb ji aliyê Tehranê ve tê piştevanîkirin, û Amerîkayê jî di meha Çiriya Paşîn ya sala 1997`an de ew girûpa xiste nav rêzibenda girûpên terorîstî de.
Herwisa serkomarê Amerîkayê ragehand ku, emê nîşand bidin bi kirina armanc a terorîstan û piştevanên wan, û qutkirina çavkaniyên malî yên terorîzimê, tu demî êrîşa terorîstî ya bo ser leşkerên xwe yên di Beyrotê de bîr nak in.
“Mike Pence” cihgêrê serkomarê Amerîkayê sala borî jî di merasimeke wekî wêne de ragehandibû ku: “Em bi bîranîna qorbaniyên wê êrîşê, bi givaşxistina bo ser Îranê bo bersivdana kiriyarên alozkirin û têkdana ewlehiya deverê ji aliyê wê rejîmê ve bilind binirxînin.