Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dosiyasaziyên rejîma Îranê bê encam dimîn e

17:21 - 13 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmediya: Binav dadgehên rejêma Îslamî yên Îranê, bo welatiyên Kurd bi taybet bo endamên Partiyên siyasî yên dijberên xwe, bi awayekî sexte, dosyesazî dikin.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, “Ferhad Ebdulahpûr”, xelkê bajarê Şinoyê, bi tohmeta wê ku navbirî darên badem yên rezên malekî birîne, ji aliyê binav dadgeha rejîmê ve, cezayê desteser kirina wî dabûn.

Navbirî di wê dosyayê de tawanbarkirine ku 140 darên badamê birîne û xwediyê rez jî şikayet ji navbirî kiribû.

Di wê dosyayê de, “Celal û Mihemed Ehmedî”, naskirê bi “Serhelqene” ku girêdayî bi rejîma Îranê ne, şikayet bi dijî “Ferhad Ebdulahpûr” tomar kiribûn.

Ew şikayete paşê ji aliyê dadgehê ve hatibû ragirtin.

“Ebdulhapûr” di hevpeyvînek digel malpera “Kurdistanmedia”yê de bas kir ku: “Di wê demê de, ji aliyê dadgeha rejîma Îslamî ya Îranê ve, bi wê hatibûme cizadan ku, min darên rezê malekî xelkê bajaroka “Nelos”ê, wate mala Serhelqen, birîn e. Mala Serhelqen ez bi birîna darên wan tawanbarkiribûm, lê paşê eşkere bû ku ewe buxtaneke ku ji bo min çê kiribûn.

Herwisa navbirî got: “Ji aliyekî din ve, dixwazim bejim ku şikayeta wan kesan û cezayê dadgehê bi hêceta buxtan lêdan bi min û Hizba Demokrat bûye. Wate bi gulleyekî bi 2 armancan bidin, yekem ewe ku min wekî endamekî PDKÎ bednav bikin, û duyem jî ewe bû ku rejîm ji rêka bi kirêgirtiyên xwe ve û buxtankirinê, dixwazin bi wan rêyan pêgeha Hizba Demokrat di nav xelkê de kêm bikin”.