Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Doz li dijî parêzerekî kurd li Urmiyê hat vekirin

15:39 - 12 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Liqa 9’a dadgeha Şoreşa bajarê Urmiyê, bi fermî doz li dijî Mesûd Şemsnijad parêzerê Kurd, mamostayên zanîngehê û parêzerê hejmarek ji girtiyên siyasî yên Kurd, vekir.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Pênçşemî 10’ê Nîsan a 2014’an, Dadyariya liqa 9 a dadgeha Şoreş (Îngilab)a bajarê Urmiyê, doz li ser parêzerê Kurd û mamostayê zanîngehê ku parêzerê hejmarek girtiyên siyasî wek e Hebîbulla Gulperpûr, Elî Efşarî û Hebîb Efşrî bûye û heye, hatiye vekirin.

Tometên parêzerê han yê Kurd ji aliyê dadyarê Urmiyê ve, “Propaganda li dijî dewletê bi rêya medyayên biyanî yên kurdî, veşana gotaran û nûçên direw, endamiyetî li yek ji Partiyê Kurdî yên opozîsyona rejîma Îranê” hatiye ragihand.

Mesûd Şemsnijad roja Pênçşemî 8’ê Gulan a 2013’an, ji aliyê hêzên Ewlehî tên rejîma Îslamî ya Îranê hat biçavkirin û paşan bo girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê hat veguhastin.

Parêzerê han yê Kurd xelkê bajarê Urmiyê piştî derbas bûna 34 roj girtinê, bi danina wesîqeya 1 milyard tûmenî azad bû.

Parêzerê han yê Kurd ku li zanîngehên “Peyamnûr û Azad”a Urmiyê de mijûlê mamostatiyê ye.

Hêjayê gotinê ye piştî mirina bi guman a xwendekara Kurd Şeyda Hatemî li zanîngeha Nazlû ya bajarê Urmiyê, ragehandibû ku amade ye parêzertiya dosya wê bike.

Lê piştî çend rojan rayedarên biryardana bajarê Urmiye di nameyekê de ji Mesûd Şemsnijad parêzerê Kurd re ragehandin ku mafê parêzeriya wî ji bo demeke nediyar hatiye paşxistin û nikare parêzertiyê bike.