Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dr. Çarliz Devîdson: Hizba Demokrat partiyekî pêşketî û serdemiyane ye

16:57 - 13 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Li Amerîkayê û li zanîngeha binavûbanga “Corc Meyson” (George Mason), têza duktora ya “Çarliz Devîdson” (Charles Davidson) li ser PDKÎ, bi pileya bilind, hete pejirandin.

Roja Duşemî, 20`ê Xezelwerê, Dr. Çarliz Devîdson piştî 2 salan karên berdewam û bi gotûbêj, di encamê de li zanîngeha Corc Meyson a di devera bajarê Waşîngton a Paytexta Amerîkayê de, têza Duktoriya wî hate qebûl kirin.

Di destpêkê de, mamosta ku 3 kes bûn ji navbirî xwestin ku bergirî ji Têza xwe bike.

Piştre navbirî zêdeyê yek demjimêrê bas ji çawahiya hizra xwe kir û di wê navbendê de spasiya alîkariyên “PDKΔ kir. Herwisa îşare bi hindê kir ku di sala 2017`an de, bo cara yekem, bi rêya xwendevareke Kurd ve bi navê “Roj Zale”, digel “Rehîm Reşîdî” naskiriye bi “Mistir Kurd”, venasîn û bas ji wê hizrê kiriye.

Paşê, “Reşîdî”, Dr. Çarliz bi PDKÎ û civaka Kurdên Rojhilatê daye nasandin, û wan jî hemû alîkariyeke kirine bona wê ku hemû hêviyên Dr. Çarliz bên cî û têza wî li ser PDKÎ binîvîse.

Dr. Çarliz basa dîroka xabtkarî ya PDKÎ kir û got, karê meydanî digel endamê wê Partiyê wisa li min kir ku bawir bikim, Kurdên Rojhilat, hevalbendên Rojavayê ne û giringî bi pirsên Azadî, vekhevî, mafê mirov û jîngehê didin.

Navbirî bona nivîsîna têza xwe, digel zêdeyê 200 kes ji endam, alîgir, dost û şarezayên siyaset û dîroka PDKÎ li welatê Amerîk, Awropa û binkeyên PDKÎ di Başûrê Kurdistanê de axavtibû.

Dr. Çarlz, PDKÎ bi partiyekî pêşketî û serdemiya nav dibe.

Dr. Çarliz di bergiriya têza xwe de, bas dike ku, PDKÎ xwediyê rêxistinekî bihêz û mikanîzmekî demokratîk a birêvebirin e, û xelkê Kurd di derveyê welat û di hundirê welat de, bawiryekî kûr pê hene û PDKÎ bi dahata xwe dizanin.

Navbirî di parek din a basa xwe de, bas li bandordariya PDKÎ di ser nasnama Kurdistanê û gelê Kurd kir, û kultûra netewa Kurd bi dewlemend û pêşketî da zanîn.

Piştre lêjneya birêveber, bi bîr û raman guherîn bi yek dengî, biryar dan ku têza wî bipejirîn in, û bi wî awayî, Dr. Çarliz piştî 2 sal kar û xebateke berdewamî û seferkirin bo welatên dûr, pila Duktoriyê bidest anî.

Navbirî, keyfxweşiya xwe nîşanda û spasiya endam û alîgirê PDKÎ kir û ragihand: “Wekî dost û piştevanê gelê Kurd û PDKÎ dimîne û herçî jidest bêt yê bo alîkarîkirina xebata Kurd û Hizba Demokrat yê bike”.

“Rehîm Reşîdî”(Mistir Kurd), ku her di destpêkê de digel Dr. Çarliz bi berdewamî alîkarikiriye, û di dema bergirîkirina Dr.Çarliz ji têza xwe de, di wir de amade bibû, ragihand: “Pir bi dil pîrozbahiyê li hevalê xwe Dr.Çarloz dikim, bêguman, ku ewe derfeteke zêrîne, bo nasandina zêdetir ya xebata azadîxwazî ya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, û dîroka pir ji berxwedanî ya Hizba Demokrat, di pêxema azadiyê de”.

Bêguman ew têza alîkarî dide ku pirsa Kurd di Rojhilatê Kurdistanê de, zêdetir bê nasandin, û herwisa ew têza dibe çavkaniyekî zanistî ya bawerpêkirî bo lêkoler û xwaziyaran ku zanyarî komdikin li ser Rojhilat û xebata Hizba Demokrat.