Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dr. Eliyar: Rejîm Îranê bi eşkereyî ji egera pêdeçûn bi terora Viyenê, gef ji Otrîşê xwar

22:12 - 25 Hezîran 2014

Kurdistanemdia: Simînarek bi hinceta 25’emîn salvegera şehîdkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî û li varê kesayetî û morala rêberê neteweyî, di zanîngeha Koyê de hat lidar xistin.
Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Sêşemî bervara 24’ê Hezîrana 2014’an, sê rêxistinên Yeketiyên Xwendekar, Jinan û Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê bi awayeke hevpar bi hinceta 13’ê Tîrmehê salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo bi destê dîplomatên rejîma Îslamî a Îranê, di zanîngeha Koyê de simînarek bo “Dr. Xidir Mesûm” serokê pêşîn yê zanîngeha Koyê û “Dr. Mîro Eliyar” Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê – PDKÎ, lidar xistin.

Ew simînare bi xwendina marşa netewî a “Ey reqîb” û ragirtina deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij yê şehîdên Kurdistanê dest pêkir.

Di pişka yekem a vê simînarê de Dr. Xidir Mesûm li ser kesayetî û exlaqê şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlo li dema şoreş di Kurdistanê de çend gotinek pêşkeş kir û di nav axavtina xwe debasek li ser rêxistin, teşkîlat û pirnsîpên Dr. Qasimlo û PDKÎ di dema xebata çekdarî de kir.

Herwuha di nav axavtina xwe de got ku şehîdkirina Dr. Qasimlo û nebûna ew kesayetiye siyasiye bo gelê Kurd bûyerekî mezin e.

Di beşa duyem a simînarê de Dr. Mîro Eliyar Endamê Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, serbarê pêşkeşkirina çend gotinek li ser kesayetiya rêberê mezin Dr. Qasimlo bas ji vê kir ku dewleta Otrîşê derheq bi wê bûyerê ya dije mirovî tu helwêstek negirt û bêhêziya destelata Otrîşê li hember rejîma Îslamî ya Îranê derkete holê.
Dr. Mîro Eliyar bas ji vê kir ku Dr. Qasimlo li gorî orfa siyasî bo gotobêjê derheq bi doza Kurd tevî rejîma Îslamî a Îranê rûniştin kir, lê ji aliyê dîplomatên rejîma Îslamî a Îranê li ser maseya danûstandinê hat şehîdkirin, û bi bê dadigehî kirin û tu berpirsayetiyek, dewleta Viyenê ew terorîstene radestê rejîma Îranê kirin.

Dr. Eliyar di dirêjahiya peyvîna xwe de bas ji vê kir ku rejîma Îranê bi eşkereyî ragihand ku eger dewleta Viyenê dûrdeçûn bi wê terorê bike rûniştiyên Viyenê di Îranê de canê wan dikeve metirsiyê û ewa jî bo bêhêzî û bê destilatdariya Viyenên li hember rejîma Îranê îlan kiriye.

Di dawiya simînarê de dîkomêntaryayek li ser jiyana Dr. Qasimlo û bandora wî di bizava azadîxwaziya netewan de hat nîşan dan.