Di deve devê 22ê Pûşperê ku salroja şehîdbûna “Dr. Qasimlo” û hevalên wî li ser maseyê danûstanê bi destê dîplomat-terorîstên rejîma Îranê di bajarê “Viyen”ê ye, endam û alîgirên PDKÎ di gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de çalakiyên teblêîxî lidar xistin.
Xebatkarên Demokrat di gundê “Tengîser”ê de bi belavkirina wêne û traktên taybet bi 22ê Pûşperê, digel rêbaza “Dr. Qasimlo” peymana xwe nû kirin.
Têkoşerên Demokrat di gundên “Qulesen û Befrevan”li devera “Şamat”ê û herwisa li devera Şarwêranê çalakiyên teblîxî lidar xistin; di wan çalakiyan de bi awayekî berfireh wêne û posterên “Dr. Qasimlo” hatine belavkirin.
Di bajarê Pîranşarê de, endamên PDKÎ di çalakiyeke bê mînak de li bajarokê “Peswê” sirûda “Ey Mamostayê Mezin û ey zana ey rêberê navdarê Kurd” li ser bilindgoya mizgevtê belav kirin.
Hevdem li bajarê Pîranşarê di piraniya şeqam, kolan û Mizgevtên wî şarî de, wêneyên “Dr. Qasimlo” hatine belavkirin.
Endamên PDKÎ haydarî dane caş û xwefiroşan ku dest ji xwefiroşiyê berdin, neku dê bêne cezakirin.
Herwisa li bajarê “Şino”yê de jî di gundên “Kîselawê û bêtiryan”ê de çalakiyên teblîxî bi rê ve çûn.
Di Silêmanbeg a girêdayê bajarê banê de, bi awayekî berfireh wêne û trakên taybet hatine belavkirin.
Ciwanên Demokrat li bajarê “Sinê” di taxên “Fereh, Şapûr, Çiwarbax, Şêxan, Kanî Kûzele û Ebasava”yê de çalakiyên berfireh ên teblîxî bi rê ve birin.