Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dr. “Qasimlo” rûmeta xebata xelkê Kurdistanê ye

11:27 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2020

Endam û alîgirên PDKÎ di devera “Şarwêran” a girêdayê bajarê “Mihabad”ê, bi belavkirina tirakt û posterên taybet, yad û bîra “Pêxemberê Aşitiyê” bilind ragirtin.

Têkoşerên Demokrat di 29ê Pûşperê de, ji gundê “Qizilqopî” heta gundê “Qereşlax” a ser bi devera “Şarwêran” a bajarê Mihabadê, wêneyên Dr. “Qasimlo” belav kirin û bîr û yada wî rêberê mezin bilind ragirtin.

Qehremanên Demokrat di wê çalakiyê de, hejmareke zêde ji tirakt û wêneyên Dr. “Qasimlo” belav kirin û peymana emegdariya xwe digel rêbaza şehîdan nû kirin û bo careke dinê, terorîsma rejîma Îslamî ya Îranê şermezar kirin.