Du app ên rejîma Îranê yên bi navên “Aparat û Filimo” li Googlê Play hatine dayxistin û heta niha Holdînga “Seba Îde”ku xwediyê app ên wekî “Aparat, Filimio û Seba Vêrjin”ê ye, ti bertekek nîşan nedaye.
Ewa çendimîn car e ku app û malper û hisabên bikarhêneriyên rejîma Îranê bi sedema binpêkirina yasayan di torên civakî de ji aliyê çendîn torên civakî wekî, Google Play, Instagram, facebook û çendîn torên din ên civakî, hatine ragirtin û piştî berdewamiya kiryarên rejîma Îranê bi rêya wan app an, bi yekcarî hatine dayxistin.
ji sala 1396an ve kompaniya Apple dest bi dayxstina app ên Îranî li App Stor ê de kir û herwisa Google Play jî app ên wekî Snap û TAPSI dayxstin.
Rejîma Îranê bi mifahvergirtin ji torên civakî siyasetên xwe yên şerxwazane belav dike û herwisa bi belavkirina babet, mijar û nûçeyn çewt û geşedan bi tundûtijiyê, hewla xeletandina hizra giştî û herwisa geşedan bi terorîzma deverî û navnetewî dide, lewma ji aliyê wan torên civakî ve têne dayxistin.