
Nîvroya roja Înê 29ê Gelawêjê, du bira li çemê “Saroqamîş” ê li bajarê Bukanê xendiqîn.
Termê wan du birayane ji aliyê xelkê xwecihiyên deverê û tîmên bi hawarhatinê ve hatine peydakirin.
Pêka gotina şahêdan yekek ji wan du birayane di dema melekirinê de rastî bûyerê hatiye û birayê vî bo rizgarkirina birayê xwe, xwe dixe nava avê lê ew jî dixendiqe.
Di heyama du heftiyên derbasbûyî de ev duyemîn bûyera xendiqîn di nav çemê “Saroqamîş”ê de ye ku sê kesan canê xwe ji dest dane.
Herwisa roja Sêşemî 26ê Gelawêjê, sê bira yên bi navên “Muzefer, Mîlad û Wirya Qadirî” xelkê gundê “Nêrij”ê ser bi Selasa Bawecanî , li bendava “Zimkan”a ser bi vê deverê, xendiqîbûn.