Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du dîktatorên deverê bihevre civiyan

16:39 - 26 Şibat 2019

Kurdistanmedia: “Beşar Esed” serkomarê Sûriyayî di gel rêberê rejîma Îranê civîn pêk anî.

Piştî 8 salan “Beşar Esed” serkomarê Sûriyayî serdana Tehranê kir û digel serkomar û rêberê rejîmê hevdîtin pêk anî.

Li gorî nûçegihaniyan, roja Duşemî 6`ê Reşemehê “Esed” piştî 8 salan ev yekemîn care ku, serdana Tehranê dike, û di vê serdanê de got: "Ji bo parastina berjewendiyên gelên herêmê, em daxwaz ji hikûmeta Îranê dikin, da ku dev ji guhdarîkirina rêveberên hindek dewletên rojavayî yên wekî Amerîkayî berde, û herwiha dibe siyasetên wekhevî ku li ser bingeha rêzgirtin ji axa dewletan radibe bişopîne.

Her di vê pêwendiyê de " Xamaneyî” bal kişand li ser girîngî û hişyariya derheq gelaleya pêşerojê û got, herêma ewle ya ku Amerîka hewl dide li Sûriyê ava bike, û ev  gelaleya metirsîdare,  û dibe li hemberî wê de bisekinin, û herwisa " Xamineyî” di vê hevdîtinê de “Beşar Esed” wekî qehremanê cîhana Ereb bi nav kir.

Herwisa Serokê rêjîma Sûriyê “Beşar Esed” di 29`ê Gelawêja  1396`an ya borî de ragehandibû, di şerê navxwî yê sûriyê de, Îran û Hizbulaha Lubnanê dewreke girîng di barê leşkerî û teqemenî di wî şerî de hebûne, û bo Sûriyî jî piştevaneke mezin bûne.