Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du endamên “Henga Sînorî” ya rejîma Îranê li Sînorê Baneyê hatine kuştin

17:48 - 15 Kanûna pêşîn 2021

Roja Yekşemî 21ê Sermawezê, li ser sînorê “Birwêşkanî”yê ser bi bajarê Baneyê, maşênek a “Henga Sînorî” ya rejîma Îranê vergeriyaye û di encam de 2 kes ên bi navên “Ebdî û Kişwerî” hatine kuştin û serbazek jî birîndar bûye.

Pêka zaniyariyên belavbûyî, ew maşîn di dema dewrlêdan û danîna bose di rengehiya derbasbûna pêşmergeyan vergeriya ye.

Rejîma Îslamiya Îranê di wan salên derbasdbûyî de, çavedêriyek zêde li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê dike û bo dayxistina wan sînoran xwe ji ti kiryarekê naparêze, bi corekê ku salane bûdceyek gelek zêde bo çavedêrî li ser sînoran xerc dike.