Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du Endamên hêza besîc li bajarê Nîkşehrê hatine kuştin

17:25 - 8 Gulan 2021

Roja Înê 17ê Banemerê du kes ji hêzên Besîc ên ser bi rejîmê li gundê “Hîçan” ê ser bi bajarê “Nîkşehr”ê li parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê hatine kuştin.

Berpirsên rejîmê gotine ku ew 2 besîcane, li şer û pevçûnekê digel kesên nenaskirî de hatine kuştin.

Nasnameya wan 2 endamên hêza besîc ku hatine kuştin, Fermandê besîc yê gundê “Hîçan”ê, “Xudabexiş Xerîb” û kesê din jî endamê besîc yê wê binkeyê bi navê “Moslim Dorzade”, hatine ragihandin.