
Kurdistanmedia: Du endamên dilsoz yên PDKÎ di bajarê Kamyaranê de çûne ser dilovaniya xwe.
Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Şemî 29`ê Banemera 1397`an, şêx “Enwer Rohanî” kurê şêx “Ebûbekir” xelkê gundê “Kaşter” a girêdayî bajarê Kamyaranê li 80 saliyê de bi sedema nesaxiyê çû ser dilovaniya xwe.
Navbirî bi sedema alîkarîkirina digel PDKÎ, ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê ve hatibû hepsîkirin.
Termê xwedêjêrazî di nav girseya xelkê deverê de bi axê hate spratin.
Hevdem roja Çarşemî 2`ê Cozerdana 1397`an, şêx “Veciyedîn Qadirî” kurê şêx “Ehmed” xelkê gundê “Sîwiye” li temenê 74 saliyê de, bi sedema nesaxiyê çû ser dilovaniya xwe.
Navbirî endamekî dilsoz û nîştimanperwer yê deverê bû, ku bi sedema alîkarîkirina digel PDKÎ hatibû binçavkirin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îran, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên xwedêjêraziyan, û xwe şirîkê xema wan dizane.