
Maşînek ku kesên ser bi Spaha Pasdaran têde bûne li Sûriyê bû bi amanca balafiran û di encam de du kes ji endamên Spaha Pasdaran a terorîst hatine kuştin
Çavedêriya Mafê Mirov ya Sûriyê di raporekê de belav kiriye, ew maşîn helgirê kesên ser bi Spaha Pasdaran a terorîst bûye û di parêzgeha “Deyrezûr” li rojhelatê Sûriyê bû bi amanca balafirên bêpîlot û du kes ji hêzên Spaha Pasdaran hatine kuştin.
Nasnameya wan du kesên ser bi Spaha Pasdaran nexwya ye.
Di meşa şer û pevçûnên Sûriyê de heta niha çendîn fermande û endamên payebilind yên Spaha Pasdaran hatine kuştin.
Hêzên Spah û Besîcên rejîma Îslamî ya Îranê di çarçêveya girûpên “Fatimiyûn” yan li jêr navê wekî “Berevanî li herema Hezretê Me`isûme” bi merema berevanîkirin li rejîma “Beşar Esed” di şerê Sûriyê de beşdar in.