Di 24 demjimêran de du endamên “Yekîneya Esmanî” ya Spaha Pasdaran bi awayê gumandar hatine kuştin, lê Spaha Pasdaran dibêje ew di dema birêvebirina erkên xwe de hatine kuştin.
Nûçegihaniya “Fars” a ser bi Spaha Pasdaran a terorîst, êvareya Yekşemî 12ê Hezîranê bê dana ti zaniyariyek serat daye zanîn ku “Mihemed Ebdus” yek ji karmendê “Yekîneya Esmanî” ya Simnanê di dema wezêfeyê de hatiye kuştin.
Pêwendiyên Giştî yên Spaha Ruhullah a parêzgeha Merkezî demjimêrek piştî vê yek bi weşana daxuyaniyekê ji kuştina endamek din ê Yekîneya Esmanî yê banê “Elî Kemanî” daye zanîn û wê Spaha han mirina wî pasdarî bi bûyera hatin û çûnê daye zanîn.
Rojnameya “Jerusalem Post” a Îsraîlê roja Duşemî 13ê Hezîranê ragihand ku du endamên Yekîneya Esmanî ya Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, ku şeva borî hatibûn kuştin, di beşa çêkirina balafirên bê balafirvan de kar dikirin.
Di vê mehê de, 2 endamên payebilind ên Spaha Quds a rejîma Îranê yên bi navên “Hesen Seyadxudayî û Elî Îsmaîlzade” li Tehran û Kerecê hatine kuştin, û rejîmê kuştina wan terorîstan xistibû stuyê Îsraîlê.
Di vê derheqê de “Eyûb Intezarî” yek ji zanayên Hêzên Esmanî li Yezdê bi awayekî gumandar hate kuştin û medyayan kuştina wî bi Saziya “Mossad” ve girêdan.
Medyayên Farsî Ziman jî roja 5ê Hezîranê li gor malpera rojnameya “Yedîot Axronot” a Îsraîlî ragihandibûn ku “Kamran Melapûr”, zanayê ciwan ku li navenda Navkî ya Natanzê kar dikir, di rewşeke gumandar de hate kuştin.
Ji aliyeke din ve, roja Çarşemî 25ê Gulanê, endazyarê Wezareta Berevaniyê ya rejîma Îranê “Îhsan Qedbeygî” jî, di encama êrîşa balafirên bê balafirvan ên Îsraîlê bo ser navenda lêkolînê ya Wezareta Berevaniya rejîma Îranê li devera Parçînê hate kuştin.
Heta niha rejîma Îranê xwe ji kuştina wan terorîstên xwe ku ji aliyê Îsraîl û kesên nenaskirî ve hatine kuştin, parastiye û mirina wan bi awayên cuda daye zanîn.