Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du girtî li girtîgeha bajarê Urmiyê hatine îdamkirin

11:05 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2021

Pêka nûçeyên belavbûyî, sibêdeha roja Yekşemî 27`ê Pûşerê, cezaya îdamkirina du girtiyan ku berê bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” bi îdamkirinê hatibûne cezakirin, li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hate cîbicîkirin.

Nûçegihaniya “Hêrana”yê  nasnameya wan du girtiyan bi navên “Babek Eslanî” û “Muhsin Îsfehanî” ragihandiye, ku li roja Înê 25`ê Pûşperê bo cîbicîkirina cezaya xwe bo odeyên takekesî ya girtîgeha bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin.

Pêka rapora Nûçegihaniya Hêranayê, girtiyekî din ê bi navê “Mêysem Sadiqî” Ku hevdem digel wan du girtiyan bo cîbicîkirina cezaya îdamkirinê, bo odeya takekesî hatibû veguhastin bi lêbihûrîna malbata kesê ku hatibû kuştin, bo benda girtîgehê hatiye veguhastin.

Cîbicîkirina hukmê cezaya wan du girtiyan heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji aliyê ragihandinên navxwe û herwisa çavkaniyên fermî ve nehatiye ragihandin.