Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du hektar ji zewiyên “Hilîlan”ê di nav agir de şewitîn

16:21 - 2 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Du hektar ji mezra û zewiyên Hilîlanê a bajarên Şîrwan û Çerdawil ku ser bi parêzgeha Îlamê ye, di nav guriya agir de şewitîn.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, bi hatina demsala germê û sedemên berqesd, her sal beşek ber bi çav ji daristan û zewiyên hasilatê ên Kurdistana rojhilatê di nava guriya agir de dişewitin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di heyamê yek sala borî de, 235 haletên agirketinê li deverên Kurdakincî de çê bûne ku 174 ji wan haletan li parêzgeha Sine, 37 halet li Kirmaşan, 17 halet jî li Urimiyê û 7 halet jî li Îlamê de bûne.

Di çend salên borî li bajarên cur bi cur ên Kurdistanê de, hejmarek ji rêxisitnên sivîl ên jîngehparêzî ji bo vê armancê hatine avakirin û çalakiyên xwe jî encamp dane. Lê serbarê çalakiyên wan NGO û saziyan bi awayek fermî û ruxsetdayî, endamên wan saziyên sivîl ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve hatine binçavkirin û dûre jî dosyeya qezayî ji bo wan hatiye vekirin û repêçî girtîgehan hatine kirin.

Her sal bi awayê gumanbar bi rûberek berfireh ya daristan û zewiyên çandiniyê li parêzgehên Kurdistanê û bi xasmanî deverên sînorî de agir tê berdan û berpirsên rejîmê jî tu hewlekê ji bo pêşî lêgirtin vê meselê nadin.