Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du hemwelatî di nav gola Zirêbar de xendiqîn

14:23 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Bi sedema şarezanebûn bi teknîkên avjeniyê û herwiha nebûna melewanê yarîder du hemwelatiî ên Kurd li nav gola Zirêbar di dema masîgirtinê de, xendiqîn.

Li gor rapora Kurdistanmedia, di roja Înê 25’ê Tîrmeha 2014’an de, sê hevwelatiyên Kurd li gola Zirêbar di dema mijûl bûna masîgirtinê de, du kes ji wan bi navên Ferîd Tarîn kurê Kerîm û Dana Tarac kurê Mihemed Îzet, bi sedema nezanîna teknîkên avjeniyê, xendiqîn.

Nebûna hîmaya hayîdarkirinê li cihên tirsnak û bi xasmanî bendaw, nebûna lempera taybet li cihên qerebalix û çemên kûr û herwiha nebûna melewan li cihên tirsnak, ji sedemên zêdebûna xendiqîn di Kurdistana Îranê da ne.

Heta bilavbûna nûçê termê wan du kesane di nav gola Zirêbar de nehatiye dîtin.

Li gorî serhejmariyên pizişka yasayî a Îranê, di sala 1392’an a Rojî de, li çar parêzgehên Kurdistana Îranê (Urmiye, Sine, Kirmanşan û Îlam) 68 hemwelatî ku 11 kes jin û 57 kes jî mêr bûne û di nav avê de xendiqîne.