Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du hevwelatiyên Kurd bi gulleyên hêzên rejîma Îranê hatin birîndarkirin

20:15 - 28 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Du hemwelatiyên Kurd xelkê bajarê Merîwan û Mihabadê seba destdirêjiya gulleyên hêzên leşkerî yên rejîma Îslamî ya Îranê hatin birîndarkirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, hêzên leşkerî yên rejîma Îslamî ya Îranê li devera Mihabadê kesekî kurd bi navê Seîd Kawe dene ber gulleyan û di encam de hat birîndarkirin.
Bi gotina şahîdekê, ew bûyere di berwara 26\'ê Çiriya Paşîn a 2013\'an, ji aliyê hêzên rejîm ve bi enqest hatiye kirin û paşan bo nexweşxaneyekî bajarê Mihabadê hatiye veguhastine û niha Seîd di rewşeke nebaş de ye.
Di vê pêwendiyê de ajansa Kurdpa bilav kir, hêzên Sipaha Pasdarên rejîma Îslamî ya Îranê li bajarê Merîwanê hemwelatiyekî Kurd bi navê Mihemed kurê Kerîm dane ber gulleyan û di encam de bi tundî hat birîndarkirin.
Li gor serhejmariya malpera Kurdistanmedia, li destpêka meha Xexelwera 1392\'an a Rojî ve heya niha 7 hevwelatiyên Kurd li devera Kurdistana Rojhelatê ji aliyên hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine kuştin û birîndarkirin.