Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du kes din ji endamên Sipaha Pasdaran di Sûriyê de hatin kuştin

15:26 - 28 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Du endamên ên Sipaha Pasdaran a Rejîma Îranê bi navên Dadullah Şîbanî û Hişmet Suhrabî, di Sûriyê de hatin kuştin.

Di roja Pênçşemî bervara 26’ê Hezîrana 2014’an de, du kesên din ji endamên Sipaha Padaran a rejîma Îslamî a Îranê li kêleka hêzên rejîma Sûriyê şerê hêzên opozîsyonê dikirin, hatin kuştin.

Du endamên Sipaha Padaran a rejîma Îslamî a Îranê, weke endamên din ên Sipaha pasdaran û bêsîcên rejîma Îranê di çarçoweya girupên weke Navendên Fatimiyûn (Gurdana Fatimiyûn) an bi navê “parêzerên herema hizreta Mesûme” li welatê Sûriyê bi armanca berewanî ji rejîma Beşar Esed li kêleka hêzên rejîma Sûriyên şer dikin.

Navendên Fatimiyûn ji hemwelatiyên Îranî û Efxanî pêk hatiye û bo şer li dijî opozîsyona rejîma Esed bo welatê Sûriyê hatine rêkirin.

Raport bas ji vê yekê dikin ku rejîma Îslamî a Îranê hevwelatiyên Efxanî bi kirê digre û tevî Sipaha pasdana bo Sûriyê dirêkin.

Li gor amarên fermî, heta niha 45 endamên Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê li Sûriyê hatine kuştin, lê Sipaha Pasdaran a rejîma Îslamiya Îranê berdewam beşdariya leşkerên xwe di şerê Sûriyê de ret kirî ye.