Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du kolber li ser sînorê Newsûdê hatine birîndarkirin

12:02 - 28 Îlon 2021

Pêka nûçeya ku Ajansa Mafê Mirovê ya “Kurdpa”yê belav kiriye, sibêdeha roja Duşemî 5ê meha Rezberê, du kolber ên bi navên “Serkewt Keremî” û “Mesûd” xelkê bajarê “Ciwanro”yê bi sedema berbûn ji bilindahiya sînorê “Newsûd”ê birîndar bûne.

“Kurdpa”yê daye zanîn, ew du Kolberane bi sedema teqeya hêzên leşkerî ên rejîma Îranê revîne û tûşî wê bûyerê hatine.

Ew du Kolberane bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya “Quds” a bajarê Pawê hatine veguhastin,

Pêka amara tomarkirî li “Navenda Amar a Rêkxirawa Mafê Mirovî ya Kurdpa”yê di heyama 6 mehên destpêka îsal de, 28 kolber li sînorên Kurdistanê canê xwe ji dest dane û herwisa 104 kolber jî birîndar bûne.