Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du kolberên Kurd ên bajarê Pîranşarê hatine birîndarkirin

18:13 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2021

Pêka nûçeya ku Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, “roja Çarşemî 23`ê Pûşperê, kolberekî Kurd ê bi navê “Mûsa Zîbapûr” xelkê bajarê Pîranşarê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê, li ser sînorê “Maşkan” ê wî bajarî hate birîndarkirin.

“Kurdpa”yê daye zanîn, hêzên leşkerî yên rejîmê bi bê agehdarkirina berê bi awayê rasterast ew kolbere dabûne ber gulleyan.

“Mûsa Zîbapûr” bo çareseriya pizîşkî bo navenda dermanî ya bajarê Pîranşarê hatiye veguhastin.

Herwisa Ajansa “Kurdpa”yê belav kiriye, şeva Sêşemî 22`ê Pûşperê, kolberekî Kurd ê bi navê “Seyîd Rewan Têso” kurê Kemal û xelkê bajarê Pîranşarê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li ser sînorê “Birwêşkan” yê ser bi bajarê Baneyê hate birîndarkirin.