Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du kolberên Kurd hatine kuştin û birîndarkirin

13:47 - 18 Nîsan 2021

Pêka nûçeya ku Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, roja Şemî 28ê Xakelêwe, kolberek yê bi navê “Hîwa Qadirî” xelkê bajarê Serdeştê li encama lipeyketina hêzên leşkerî yên rejîma Îranê ji bilindahiyên sînorê bajarê Baneyê ve kevte xwarê û canê xwe ji dest da.

“Kurdpa”yê daye zanîn, ew kolber ji bilindahiyên sînorî yên “Sardaw” tûşî wê bûyerê bibû û termê navbirî ji aliyê xelkê wê deverê ve, bo bajarê Banê hate veguhastin.

Herwisa pêka Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, kolberekî din yê bi navê hacî “Mîne Alî” xelkê gundê “Doletû” yê ser bi bajarê Serdeştê bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên rejîma Îranê, li ser sînorê wî bajarî bi dijwarî hate birîndarkirin.

Di wê bûyerê de dest û piyên wî kolberî bi dijwarî birîndar bûne û bo çareseriya pizîşkî bo yek ji navendên dermanî li bajarê “Qeladizê” li Herêma Kurdistanê hatiye veguhastin.