Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du Kolberên Kurd rastî gullereşandina hêzên Artêşa Tirkiyê hatin

17:30 - 31 Çirriya pêşîn 2020

Li encama gullereşandina hêzên Arteşa Tirkiyê kolberekî Kurd hate kuştin û kolberekî din jî birîndar bû.

Roja Şemî, 31ê Çirriya Pêşîn, Arteşa Tirkiyê li ser sînorê Urmiye bi bê agehdarkirina berê, li ser kolberan gulle reşandin ku di encamê de kolberekî kurd ê bi navê “Muhsin (Muslim) Qasimî, 24 salî canê xwe ji dest da û kolberekî din ê bi navê “Muslih Qasimî” 21 salî birîndar bûye ku bona tedaviya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê “Colemêrg” ê ser bi parêzgeha “Hekarî” hatiye veguhastin.

Ew 2 kolberên Kurd birayê hev in û piştî zivirîn ji Bakurê Kurdistanê bo Rojhilatê Kurdistanê, rastî gullereşandina hêzên Arteşa Tirkiyê hatibûn.

Ew 2 kolber, kurê “Ebdullah” xelkê gundê “Koran” ê girêdayê devera “Soma û Biradost” a bajarê Urmiyê ne.

Hejarî di deverên Kurdistanî de bi qasekî dijwar e ku xelkê wan deveran bê berçavgirtina tev metirsiyan bona dabînkirina hewcehiyên jiyanê canê xwe li sînoran dikin qurbanî ku pariyek nanê helal bona zarokên xwe dabîn bikin.

Rejîma Îranê tim hewl daye ku li wan deveran de xelkê bi hejarî ragire û piştre wekî besîc wan timakar bike, lê xelk naxwaze