Kurdistanmedia: Karwanekî Kolberên Kurd di dema Kolberiyê de, ji aliyê hêzên Sipaha terorîste pasdaran ve kevtine ber desrêjiya gullan û di encamê de 2 kolber hatine kuştin.
Şeva derbasbûyî, 2 Kolberên Kurd xelkê Bajarê Pîranşarê, bi teqeya rasterast a hêzên Sipaha Pasdaran, hatine kuştin.
Nasnameya wan 2 kolberan, “ Ebdulrehman û Sadiq Muradî” kurên “ Ehmed” hatiye ragihandin.
Ew 2 Kolberên Kurd, xelkê Gundê “ Qebir a Hisên” a girêdaiyê bajarê Pîranşarê bûne û di ciyekê bi navê “ Kotran” de, kevtine ber teqa hêzên mirovkuje rejîmê û hatine kuştin.
Hêzên Sipaha Pasdaran, bê agehdar kirina pêşde, teqe ji wan Kollberane kirine û ew kuştine.