
Kurdistanmedia: Di encamên nefermî yên hilbijartinên Brîtanyayê de, 2 Kurd ji bo Parlemana Brîtaniyayê hatin hilbijartin.
Di encamên nefermî yên hilbijartinên Brîtanyayê de, 2 Kurd yên wekî, “Nedîm Zehawî” yê xelkê Başûrê Kurdistanê ji Partiya Parêzgaran (Muhafazakar) û Feryal Clark Resen a xelkê Bakûrê Kurdistanê ji Partiya Karkeran (Labour) bo Parlemana Birîtaniyayê hatine hilbijartin.
Di hilbijartinan de 3 hezar û 322 kandîd ji bo hilbijartina Parlemanê ketin hevrikiyê.
Zehawî di dema berê de jî, parlemanterî kiribû û di nasandina doza Kurd de xwedî roleke çalak e.
Derbarê mafê serxwebûna gelan Zehawî tekez kirbû, “serxwebûn mafekî siruştî û bingehîn e ji tevahiya gelan re, û ji mafê her gelekî ye bi dilê xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bide.”
Zehawî gotibû: “Hewceye civaka navdewletî rêzê li xwestekên gelê Kurd ji bo serxwebûnê bigire.”