Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du milyon kesan di cîhanê de “sefer”ên xwe yên esmanî ragirtin

13:05 - 5 Nîsan 2020

Encumena Navnetewî a Kompaniyên Esmanî di dawî amarên xwe de ragihandiye, ku heya niha 2 milyon kesan di cîhanê de “sefer”ên xwe yên esmanî ragirtine.

Encumena Navnetewî a Kompaniyên Esmanî, “IATA” (International Air Transport Association) ragihand: “Ji destpêka ragihandina fermî a Korona di cîhanê de heya niha, zêdetir ji 2 milyon kesan “sefer”ên xwe yên esmanî ragirtine”.

Herwisa “IATA”yê bas ji valabûna %60 a kursiyên balafiran di destpêka demsala biharê de kir û herwisa bas kir ku ew rewş dê li demsala havînê bi qasî %40 û di demsala zîstana îsal de dê bi qasî %10 be.

Pêka amarên “IATA”, kompaniyên “sefer” ên esmanî ji nîviya 2`ê meha Rêbendan a sala derbasbûyî heya niha, bi qasî 252 milyard dolar firotina bilîtên wan daketiye, ku pêka sala derbasbûyî, %44 daketina behre ya kompaniyên esmanî bûye.

Herwisa “IATA”yê bas ji kompaniya emanî a Amerîken (American Airlines), ku mezintirîn kompaniya esmanî a bakûrê Amerîkayê ye dike, ku bi qasî %60 firotina bilîtên wê bi hegera belavbûna vîrûsa Koronayê daketiye.

Belavbûna vîrûsa koronayê di cîhanê de xisarên giran yên canî û malî hebûne pêka dawî amarên cîhanî, 1 milyon û 202 hezar û 715 kes tûşbûne û 64 hezar û 734 kesan jî bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane”.