Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du milyon û 858 hezar malbat di Îranê li asta hejariyê de ne

17:52 - 26 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Di Îranê de du milyon û 858 hezar malbatên hejar hene ku berpirsiyarên rejîmê dixwazin bi meaşek kêm vê diyardeyê nehêlin.

Nûçegihaniyên rejîma Îslamî ya Îranê di demekê de bas ji nehiştina diyardeya hejariyê di Îranê de dikin ku du milyon û 858 hezar malbatên di asta hejariya tund di wî welatî de hene, eve jî di halekê de ye ku dahata mehane ya her malbatekê di Îranê de dibe zêdeyî 3 milyon tûmenî be ku eva jî bi rewşa aboriya niha ya Îranê re neteba ye.

Li gor statîstîkên rejîma Îranê, niha du cur hejarî (tund û herî tund) di wî welatî de hene.

Berpirsên rejîmê bas ji wê dikin ku piraniya malbatên Îranê di asta hejariya herî tund de dijîn, eva jî tê wê wateyê ku serperistê malbatê tenê dikare têçûya xwarina endamên malbatê dabîn bike.

Hejarî û giranî di Îranê de roj li pey rojê li halê zêdebûnê de ye û berpirsên rejîmê jî tu pêngavekê ji bo çareseriya vê diyarde û pirsgirêka metirsîdar hilnagirin û tenê durşm û sozan bi xelkê didin.

Ji aliyê din ve jî jordeçûna nirxa dolar di Îranê de bûye sedem ku nirxa tiût û miştan girantir bibe û evê jî valahiya tex û qatan zêdetir kiriye.