Nûçegihaniyên girêdayê rejîma Îranê belav kirine ku di encama şer û pevçûnê de digel kesên nenaskirî du Pasdar hatine kuştin.
Nasnameya wan du Pasdarên terorîst ên bi navên “Mêhran Şûrîzade û Muhsin Keyxwayî” hatine ragihandin.
Ew du Pasdarên rejîmê ser bi hêzên Spaha Pasdaran bûne û pileya wan Sergurdî bûye.
Heta niha ti girûp û aliyek ew şer û pevçûn li stuyê xwe negirtiye.