Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du pêşmergên Kurdistanê tevlî karvanê şehîdan bûn

17:12 - 30 Gulan 2021

Li encama şer û pevçûnên di navbera “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” û çekdarên bi kirêgirtî yên rejîma Îranê, du pêşmergên Kurdistanê tevlî karvanê şehîdên doza azadiyê bûn.

Di vê derheqê de, Dezgeha Fermendehî ya “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” daxuyaniyek belav kir.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Daxuyaniya Dezgeha Fermendehî ya “Hêza Pêşmergê Kurdistanê”

Xelkê xebatkar û azadîxwazên Kurdistanê

Şeva Şemî li ser Yerkşemî 29ê Gulanê, refek ji pêşmergên PDKÎ li ser rêya Mihabad-Pîranşarê li nêzî gundê “Likbin”ê de rastî êrîşa bi kirêgirtiyên rejîma Komara Îslamî hatin ku di encam de 2 peşmergên PDKÎ yên bi navên “Hadî Şêxe” xelkê “Peswê” û Eyûb Sultanî” xelkê gundê “Xurînc”ê girêdayê bajarê Pîranşarê, mixabin şehîd bûn.

Em sersaxiyê dibêjine hevçeper û malbatên wan ên rêzdar

Rêya wan pir rêvîng be

Dezgeha Fermendehî ya “Hêza Pêşmergê Kurdistanê”

30ê Gulan sala 2021an