
Kurdistanmedia: Fermnadariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê belav kir, di encama topbarana topxaneyên Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îranê de, du pêşmergeyên Kurdistanê şehîd bûn, û domandina riya xwe spartin hevçeperên xwe.
Deqa daxuyaniya Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê weha ye:
Daxuyaniya Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê
Xelkê azadîxwaz ê Kurdistanê!
Di doma kiryarên dijîmirovî û tawanên rejîma dijîgelî ya Komara Îslamî ya Îranê de, roja Sêşemiyê 26`ê Pûşperê, Spaha Pasdaran a terorîst navçeyên çiyayî ên Başûr û Rojhilata Kurdistanê li ser sînorên Pîranşar û Çoman û Sîdekan da ber topa kerb û kîna xwe, û ew navçe bi giranî topbaran kirin. Bi sedema giraniya topbaranê zirareke zaf ya madî li xelkê vê navçeyê ket, û mixabin du pêşmergeyên bivec ên Hêza Pêşmerge bi navên Rehîm Rostemdastan xelkê Mehabadê û Îdrîs Derwîşî xelkê Pîranşarê tevlî karwanê sorxelat a hizb û gel bûn.
Ji aliyê rêbertiya PDKÎ û Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê ve, em sersaxiyê dibêjne malbatên wan birêzan, û xelkê Kurdistanê û hevçeperên wan, û ducarî dikin ku heya gihîştina bi mafên neteweyî ên gelê Kurd, emê riya wan bidomînin.
Riha şehîdan şad, û riya wan pirr rêvîng be
Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê
26.04.1397
17.07.2018